SERLÊDANA PARÊZERÊN OCALAN A 792’EMÎN JÎ HAT REDKIRIN

ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
SERLÊDANA MALBAT Û PARÊZERAN A ÎMRALIYÊ HAT REDKIRIN

Serlêdana malbata Rêber Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li heman dozgeriyê dan.

Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir.

Malbata Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve yekem car di 12’ê Çile de hevdîtin kin bi Rêber Ocalan re pêk anî.

ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
SERLÊDANA PARÊZERÊN OCALAN A 792’EMÎN JÎ HAT REDKIRIN

Li aliyê din parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Mazlum Dînç jî bi boneya hevdîtinê bi miwekîlên xwe re bikin cara 792’emîn serî li dozgeriyê dan.

Dozgeriyê serlêdana parêzeran jî red kir.

Parêzerên Rêber Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button