Li Efrîna dagirkirî dagirkeran keçek û birayê wê bi dar vekirin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibin. Dagirkeran di girtîgeheke xwe de keçek û birayê wê bidar vekirin.
Dagirkeran ji bo dizîna şûnwaran jî Gira Til Bêder wêran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zext û hovîtiyên xwe li dijî Efrîniyan didomînin

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûriyê ragihand ku duh çeteyên dewleta Tirk li girtîgeha gundê Kefer Cenê yê Şera keça bi navê Nêvîn û Birayê wê bi dar vekirin.

Adara 2019’an, çeteyan Nêvîn û birayê wê revandibûn.

28’ê Gulana derbazbûyî, li Efrînê şer di navbera çeteyan rû da, di encamê de girtîgehek çeteyan ya jinan li Taxa Mehmudiyê hat dîtin.

Her wiha dîmanên wan jinan hatin weşandin

Navendê diyar kir ku Nêvîn yek ji 11 jinên girtî bû ku di dîmenan de xuya bibû.

Çeteyan piştî Nêvîn veguhêstibû girtîgeha gundê KeferCenê û li wir bi birayê xwe re hatin bidarvekirin.

Li gorî çavdêran çeteyan li tenişta girtîgehê, goristanek ava kiriye û bi dehan cenezeyên ne naskirî hatine veşartin.

Dagirkeran ji bo dizîna şûnwaran girê Til Bêder kolandin

Li aliyê din, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk ji bo lêgerîna şûnwaran girên dîrokî talan dikin.

Çavdêriyê ragihand ku çeteyan girê Til Bêder yê li başûrê gundê Avrazê yê Mabata koland, di enacamê de gir hatiye wêrankirin.

Li gorî çavdêriyê, çeteyên dagirkeriya Tirk ji bo dizîna şênwarên Efrînê gelek girên dîrokî û cihên olî wêran kirin, ji wan girê Erendê yê li navçeya Şiyê û mezela Şêx Hemîd yê li navçeya Şera ne.

Back to top button