Piştî gazinên gel ji ber bihabûna teksiyan şaredariya Girkê Legê bas xistin meriyetê

Li Girkê Legê ajokarên teksiyan ji bo her kesekî 200 lîreyên Sûriyê werdigirt lê ev yek ji bo şêniyan cihê gazinanbû.

Van Teksiyan ji Girkê Legê heta bajarokê Rimêlanê ji bo her kesekî 200 lîreyên Sûriyê werdigirin.

Vê yekê barên welatiyan giran kiribû, lewma welatiyan bang li Şaredariya Gel kir ku basên gel ji wan re peyda bikin.

Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê du basên gel diyar kirin, her basek ji wan 22 kesan radike lê ji bo vîrûsa Corona tenê wê 12 kesan siwar bike.

Her wiha ji bo nirxê her kesekî 100 lîreyê Sûriyê hatiye diyar kirin. Her du bas dê di navbera Girkê Legê û Til Ewar de bixebitin.

Bas heta hefteyekê pereyan wernagre û ji bo zarok û kal û pîran dê her tim bê pere bin.

Helbet ev yek li cem şêniyan cihê kêfxweşiyê ye.

Back to top button