Tirkiye xwe li nav Ewropa dibîne û Ewropa wê li derve dihêle

Belê li pêşiya Tirkiyê rojên zehmet xuya dike.
Serokomarê tirk Erdogan yê gef li welatên Ewropa dixwar û digot ji derveyî Ewropa bijarteyên wan yên din henem niha careke din xwe avêtiye bextê Ewropa.
Erdogan dibêje, ew pajeroja xwe di Ewropa de dibînin, Fransa jî ji vê yekê bawer nake.
Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian diyar kir ku ew ne gotin, li benda piratîka tirkiyê ne.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku di her fersendê de êrîşî welatên cîran dikir, li derya Spî jî bûbû sedema aloziyê.

Erdoganê gef li Ewropa dixwar û digot, ger ew nekevin nava YE, hilbijartinên wan yên din jî hene.

Lê niha Erdogan ji gotina xwe paşde gav avêtiye.

Erdogan herî dawî doh bi rêya vîdeo bejdarî kongreya 7. a Giştî ya AKP’ê yên Kutahya, Afyon, Êlih û Sêrtê bû.

Erdogan got:

Em xwe ne li cihekî din, li Ewropa dibînin.

Paşeroja xwe jî bi Ewropa re plan dikin.

Di demên dawiyê de Ewropa jî kiryarên tirkiyê ji nêz ve dişopîne.

Fransa: ji Tirkiyê ne gotin, em li benda pratîkê ne

Herî dawî Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian têkildarî kiryarên tirkiyê yên li Rojhilatê Derya SPî, Lîbya û herêma Qerebaxê axivî.

Jean-Yves Le Drian anî ziman ku gotinên Erdogan bi tenê têrê nake ku atmosfera aloz ya heyî kêm bibe.

Pêwist Erdogan van gotinên xwe bêxe meryetê.

Le Drian diyar kir ku di gelek mijaran de welatê wî û Tirkiye xwedî fikrên cuda ne.

Her wiha Tirkiye bi tevgera xwe ya li dijî Yunanîstan û Qibisê jî aloziyê kurtir dike.

Fransa: Tirkiye çeteyên ji Sûrî şand herêma Qerebaxê

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian her wiha şandina dewleta tirk a çeteyên Sûrî ji bo herêma Qerebaxê jî bibîr xist.

Tê texmînkirin ku bi gefxwarin û bilindkirina atmosfera şer ya dewleta tirk li Derya Spî û nakokiyên navbera wê û Fransa, Qibris û Yunanîstanê wê YE ceza li tirkiyê bibire.

Back to top button