Esed, El-Miqdad li şûna Muelim erkdar kir û Caferî kir cîgirê wî

Piştî mirina Wezîrê Derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mu’elim, serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed, Feysel El-Miqdad, weke wezîrê karên derve yê hikumetê destnîşan kir.

El-Miqdad berî vî erkî bigire, cîgirê el-Muelim bû û berî niha jî weke balyozê Amerîkayê kar kiriye.

Her wiha Esed, nûnerê Şamê yê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar El-Caferî jî weke cîgirê El-Miqdad erkdar kir.

Li şûna Caferî, balyozê bi navê Besam el-Sebax hat bicihkirin.

Wezîrê berê yê hikumeta Şamê Welîd El-Muelim, 16’ê Mijdarê, bi temenê 79 salan, jiyana xwe ji dest da.

Back to top button