43 HEZAR KOÇBER Û PENABER LI KAMPA HOLÊ DIMÎNIN

Hejmara koçber û penaberên kampa Holê niha zêdetirî 43 hezar e.

Di nav wan de 31 hezar koçberên Sûriyê yên ku ji herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê koçber bûne hene.

Bi derfetên xwe yên kêm Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide pêdiviyên niştecihên kampê peyda bike.

Bajarokê Holê di pêngava rizgarkirina gundewarên başûrê bajarê Hesekê de ji aliyê QSD’ê ve di 13` Mijdara 2015`an de hat rizgarkirin.

Ji ber bajarok nêzî herêmên ku şervanên QSD’ê sivîl lê rizgardikirin kampek bi navê Kampa Holê hat avakirin.

Piştre kamp bû yek ji navend û herêmên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Ji aliyê xwe ve rêveberiyê yekser dest bi sererastkirina kampê kir.

Îro kampa Holê zêdetirî 43 hezar koçber û penaberan hembêz dike.

Hejmara penaberên Iraqê vê dawiyê gihaşt 21 hezar penaberan.

Hejmara malbatên DAIŞ`ê hezar û 100 û hejmara koçberên Sûriyê heya roja me ya îro 20 hezar koçber e.

Di kampê de 5 beş hene û hezar û 500 kon hatine vedan.

Bi nêzîkbûna hebûn çeteyên DAIŞ’ê ya çekdarî re xebatên pêşwazîkirina koçberan di nav kampê de hîna dewam in.

Ji ber hejmara zêde ya koçber û penaberan di nav kampa Holê de, barê rêveberiya kampê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk giran dibe.

Tevî derfetên kêm rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên koçber û penaberan ên bingehîn di nav kampê de peyda bike.

Girêdayî astengiyên ku rastî rêveberiya kampa Holê tên endamê rêveber ê Kampa Holê Mihemed Ehmed El-Elî wiha got:

“Astengiyên herî mezin paşguhkirina rêxistinên mirovî û xizmetguzariyê li gel zêdebûna hejmara koçberan e.

Kampa Holê yek ji 8 kampên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye û pêdiviyên koçberan peyda dike.

Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kampên wekî Tiwêhnê, Eyn Îsa, Mebrûka, Erîşe, Newroz, Meştenûr û Roj hene.

Leave a Reply

Back to top button