Diyaloga Lîbî li Tûnisê..Mekanîzmeya hilbijartina desthilatdariyê tê nîqaşkirin

Diyaloga aliyên Lîbî li Tunisê îro bi civîneke online tê lidarxistin.
Di civîna îro de, pîvan û mekanîzmeya hilbijartina desthilatdariyeke nû tê nîqaşkirin. Hemwextî van hewldanên gihîştina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya welêt, çeteyên hikumeta Wîfaqê 50 malbat li rojavayê Lîbyayê, ji malên wan derxistin.

Di çarçoveya diyaloga aliyên Lîbî ya li Tunisê de, îro Duşemê civîneke online tê lidarxistin.

Yek ji beşdarên vê diyalogê Ebdilqadir Hiwêlî ragihand, ku civînên diyaloga Lîbî li Tunisê dê bi nepenî pêk werin, tê de wê pîvan û mekanîzmeya hilbijartina desthilatdariya bê werin nîqaşkirin.

Hiwêlî destnîşan kir ku şandeya NY dixwaze dengdan li ser mekanîzmeya hilbijartina desthilatdariyê pêk were, lê hin alî dengdana ji dûr ve red dikin.

Çeteyên Wîfaqê 50 malbat ji malên wan derxistin

Hemwextî hewldanên gihîştina çareseriyeke siyasî ji aloziya Lîbyayê re, çeteyên hikumeta Wîfaqê, 50 malbat ji devera Cenzûr a li rojavayê Lîbyayê derxistin û mal û milkên wan talan kirin.

Çavkaniyeke xwecihî eşkere kir ku 40 erebeyên biçek ku li ser wan ”Hêza Hevbeş” hatiye nivîsandin, li ser daxwaza wezîrê hindirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa, ev malbat ji malên wan derxistin.

Şaneyên DAIŞ li başûr-rojavayê Lîbyayê
ji bo parastina ji êrîşan, Hefter fermana zêdekirina hêzê da

Her çi qas danûstandinên siyasî dimeşin jî, li ser erdê, artêşa Lîbî ji bo parastina xaka welêt ji çeteyên ku derxistina wan xala sereke ya van danûstandinan bû, di tevgerê de..

Fermandarê artêşa Lîbî Xelîfe Hefter, ji bo parastina wê ji çete û şaneyên DAIŞê, fermana zêdekirina hebûna yekîneyên artêşê li başûr-rojavayê welêt da.

Li gorî ragihandina cengî ya girêdayî artêşê, ev ferman, duh di civîna Xelîfe Hefter bi şandeyekê ji herêma leşkerî ya herdu bajarên Obarî û Gat, hat.

Herêma başûr-rojavayê Lîbyayê, carcaran rastî êrîşên rêxistinên terorîst ên girêdayê Tirkiyê tê.

Back to top button