Etyopya 72 saet dan hêzên Tigrayê ji bo xwe radest bikin

Serokwezîrê Etyopyayê Abî Ehmed, 72 saet dem da hêzên herêma Tigrayê da xwe radest bikin, an jî wê artêş dest bi operasyonekê li dijî paytexta herêma Mîkîlî bike.

Ehmed bi daxuyaniyekê li ser Twîtterê, bang li hêzên Tigrayê kir ku xwe radest bikin û rê li pêş serweriya qanûnê vekin.

Serokwezîrê Etyopyayê her wiha bang li şêniyên bajarê Mîkîlî jî kir ku bi erka xwe rabin, serkirdeyên Tigrayê radest bikin û li kêleka artêşê bisekinin.

Artêşa Etyopyayê jî gef li herêma Tigrayê xwar ku ew ê Mîkîlî ya paytext bi tankan dorpêç bikin û dibe ku bajêr topbaran jî bikin.

Roja 4’ê Mijdarê, hêzên rizgariya Tigrayê êrîşî hêzên hikumeta Etyopyayê kir û ji wê demê ve alozî dewam dike.

Back to top button