Ebîr Îlya: Divê vetoya Rûsya û Çînê ya li ser girtina derî bê rakirin

Gitina deriyê Til Koçerê rewşa jiyanî ya bi deh hezaran koçber û penaberên li herêmê kambax kiriye. Civaka navnetewî jî vê pirgirêkê paşguh dike û ti gavan ji bo vekirin derî navêje. Ji bo derbaskirina alîkariyê mirovî Rêveberiya Xweser careke din bang li aliyê têkildar kir ku derî vekin..

Bobelateke mirovî û aborî ya rasetqîn li pêşiya koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Rêveberiya Xweser, heta ji dest tê, bi derfetên xwe yên heyî hewl dide nanê koçberan dabîn bike, lê bi girtina deriyê Til Koçer ê di navbera Sûrî-Iraqê de, herêm û koçber bi zehmetiyê re rû bi rû dimînin.

Bi sepandina qanûna Amerîkî ya cezayan a Qeyserê li ser hikumeta Şamê jî, hîna rewş kambaxtir bûye.

Cîgira Hevserokatiya buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebîr Îlya bandara neyînî ya girtina deriyê Til Koçerê li herêmê anî ziman.

Ebîr Îlya bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovî û dewletên têkildar kir ku vîtoya Rûs-Çînê li ser girtina derî rakin da alîkarî derbasî herêmê bibin.

Piştî girtina deriyê Til Koçerê bandorine neynî li herêm û şêniyan hatiye kirin.

Bi taybet qanûna Qeyser a cezayan rewşa jiyanî li herêmê xera kiriye û pê bandor bûye.

Ji ber em bi lîreya Sûrî danûstandin dikin.

Vê yekê hiştiye rewşa jiyanî û tenduristî zehmet bibe.

Tê zanîn, Rêveberiya Xweser rastî berhengariyên mezin ji bo alîkariya pêwîst pêşkêşî jimara mezin a kampên li herêmê bike, tê.

Tevî bi deh hezaran koçber û penaber li herêmê ne jî, lê her civaka navnetewî ji bo alîkariyan, astengiyên siyasî û mirovî derdixe.

Kampên li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûrî ev in:

Kampa Holê, li Rojhilatê Hesekê ye.

Tê de 23000 û 167 koçberên Sûrî û 30606 penaberên Iraqî hene.

Her wiha 9544 malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî lê dimînin.

Kampa Waşokanî li Bakurê Rojhilatê Hesekê ye.

12200 koçberên Serê Kaniyê lê bicihkirî ne.

Kampa Serê Kaniyê li Rojhilatê Hesekê ye.

6000 koçberên Serê Kaniyê lê ne.

Her wiha li herêmê, Kampa Girê Spî, Til El-Semin, Erîşa, Mehmûdliyê, Ebû Qibêa û Ebû Xeşeb jî hene.

Li wir li gel koçberên Idlib û Hemayê 21000 koçber hene.

Back to top button