Cemîl Bayik: Têkoşîna 500 salî, di nava 50 salan de hat afirandin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya nêzîkbûna salvegera 42. a damezrandina PKK nirxandin kir. Bayik anî ziman ku Rêber Ocalan têkoşîneke bê-navber meşand, her kêliyeke xwe bi têkoşîneke mezin derbas kir. Cemîl Bayik ji gelê Kurd xwest ku ji xwe bawer be û zanibe ku li ser xeta Rêbertî ew ê bi ser bikeve. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bi boneya salvegera 42’an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, ji ajansa nûçeyan “Firatê” re axivî.

Cemîl Bayik têkoşîna PKK ya 50 salî bi bîr xist, ku wan li her dera Kurdistanê Kurdekî berxwedêr derxist holê û têkoşîna 500 salî, di nava van 50 salan de hat afirandin.

Bayik got:

“Têkoşîna ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike, bi 3-4 nifşan dewam kir.

Civak, bi nasnameya xwe bû xwedî çandeke berxwedanê. Beriya her tiştî divê wate û qîmetê vê têkoşîna ji 50 salî ve, bê fêhmkirin.”

Cemîl Bayik: PKK bi awayekî giştî veguherî têkoşîna gel

Cemîl Bayik, xeta çalakî, rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk a PKK’ê, weke tecrûbeyeke girîng ji her aliyê ve nirxand..

Bayik dibêje:

“Serhildan û çalakiyên demokratîk ên vî gelî, ji her gelî bêhtir berfireh bûn.

Ev têkoşîn gihişt tevahiya gelê Kurd. Ji bo vê jî PKK bi awayekî giştî veguherî têkoşîna gel.”

Bayik, PKK hêz û xeta îdeolojîk a herî mezin nîşan da, ku yên dîrokê diafirînin û serketinên mezin misoger dikin, her tim îdeolojî û nimûneyî ne.

Cemîl Bayik her wiha dibîne ku ev tevgera li Kurdistanê hatiye destpêkirin jî, şaxên xwe êdî li Rojhilata Navîn û cîhanê belav kiriye..

Cemîl Bayik: Çareseriya pirsgirêkan, fikirê Rêbertî ye

Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dubare girîngî bi azadkirina Rêber Ocalan dît, ku divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn vê yekê baş bibînin û fêm bikin…

Cemîl Bayik: Gelê Kurd dilsozê Rêber Ocalan e û wê li ser xeta wî bi ser keve

Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd dilsozê Rêberê Ocalan e û di 43 saliya PKK’ê de, weke her car çawa li ber zor û zehmetiyan rabûye û vê carê jî teqez bi ser bikeve.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî hêviya serkeftinê di ciwan û jinên Kurd de dît ku ew xwedî wê hêzê ne û dikarin pêşengiyê ji vê serketinê re bikin.

Back to top button