TRUMP: EM Ê 400 ESKERÊN XWE LI SÛRÎ BIHÊLIN

Serokê Emrîkayê bi biryareke nû ragihand ku ew ê 400 eskerên xwe li Sûrî bihêlin.

Li gorî biryarê wê 200 esker li herêma sînor a Sûrî û Urdunê û 200 eskerên din jî li herêma di navbera Tirkiyê û Bakurû Sûrî de werin bicihkirin.

Rayedareke paya bilind di rêveberiya Emerîkayê de ji Ajansa Reutersê re ragihand ku ew ê 400 eskerên xwe li Sûrî bihêlin..

Li gorî biryara ku ji aliyê Trump ve hate eşkerekirin, wê 200 esker li Bakurû Sûrî û 200 mayî jî li herêma Tenef bicih bibin..

Rayedarên Qesra Sipî jî diyar kirin ku dibe ev hejmar were guhertin..

Bi vê biryarê re, plan ew e ku di navbera 800 heta 1500 eskerên welatên Ewrûpayê jî li Bakurê Sûrî weke hêzên parastina herêma ewle bi erka xwe rabin..

Bi vê armancê Serok-erkanê artêşa Emerîkayê Josêf Danfurd ji bo avakirina herêma ewle li gel hevkarên xwe ên Ewrûpayê di nava danûstandinê de ye..

Li gorî şîroveyên pisporan armanc ji van hewldana ew e ku êrişa artêşa Tirk li hemberî Bakurê Sûrî were astengkirin..

Heman derdor dibêjin, bicihkirina hêzên parastina sînoran wê bi erka dîwarê li hemberî Îranê jî rabin…

Rayedareke Emerîkî îdîa kir ku hêzên dewleta Tirk wê li herêmên behsa wan tê kirin bicih nebin.

Leave a Reply

Back to top button