QSD’ê li gundewarên Dêra Zorê û Şedadê 3 çete girtin

Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên veşartî de Hêzên QSD’ê 3 çete girtin.

Navenda Raghandina QSD’ê eşkere kir ku 20 û 22’ê Mijdarê hêzên wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî, du operasyonên hevpar ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîne.

Navendê diyar kir ku 20’ê Mijdarê di encama operasyona ku li rojavayê Dêra Zorê pêk hatibû, du çete hatin girtin.

22ê Mijdarê, yekîneyên taybet li rojhilatê bajarê Şedadê li nêzî sînorê Iraqê çeteyekî DAIŞ’ê ku çek û teqemenî di sînor re derbas dikir, girt.

Back to top button