MXDŞ: Amadekariyan dikin ku 10 hezar çekdaran derbasî Şengalê bikin

Plana dagirkirina Şengalê a ku di navbera Tirkiye, PDK û hikumeta Iraqê de hat kirin tê xwestin bikeve meriyetê.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ev hêz israr dikin vê peymana dagirkirinê bi cih bînin û got: “Amadekariyê dikin ku 10 hezar çekdaran derbasî Şengalê bikin:”
MXDŞ’ê diyar kir ku ew bicihanîna vê peymanê weke fermana 75’an a li dijî civaka Êzidî dibînin û banga xwedîderketina Şengalê li hêzên siyasî û gelê Kurdistanê kir.

Hikûmeta Iraq, PDK bi pişgiriya dewleta Tirk dixwazin bi peymana dawî a li ser Şengalê rêveberiya Xweser a Şengalê ji holê rakin.

Ji bo pêkanîna plana xwe jî niha hêzên leşkerî dişînê herêmê.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

MXDŞ’ê got:

“Tevî bertekên gel û yên rêveberiya Xweser a Şengalê niha hikûmeta Iraqê 10 hezar leşker sewqî Şengalê dike.
Em dipirsin; di dema êrişa DAIŞ’ê de ev hêz li ku bûn? Dema ku şer li dijî DAIŞ’ê dihate kirin ev hêz li ku bûn?”

MXDŞ: Em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Meclîsê diyar kir ku niha pêwîstiya Şengalê bi ti hêza leşkerî ya ji derve nîne, ji ber ku Şengal xwedî hêza xwe ya xweparastinê ya ji keç û xortên Şengalê ye.

Meclisê dazanîn ku ew naxwazin şer çêbibe, lê ji bo parastina gel û destketiyên gel, li hemberî her êrişeke ewê mafê xwe yê rewa yê parastinê bi kar bînin.

MXDŞ’ê di daxuyaniya xwe de armanca rasteqîn a peyaman PDK, Tirkiye û Bexdayê wiha rêz kir:

1- Tunekirina îradeya xelkê Êzidî, têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzidiyan.
2- Girtina Êzidiyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine.
3- Bi operasyonên li ser malan desteserkirina çekên xweparastinê yên şêniyên Şengalê.
4- Kontrolkirina rêyên navbera bajar, gund, komalgehan, danîna bendên kontrolê û astengkirina çûn û hatina şêniyan.
5- Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliî û hwd. Bicihkirina hêzên çekdar ên nenas li van herêman.
6- Bi vî rengî Erebên ku destek dan DAIŞ, bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzidiyan li Şengalê bên vegerandin.

MXDŞ: Fermana 75. di bin navê qanûnan de tê pêkanîn

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku ew bicihanîna vê peymanê weke fermana 75’an a li dijî civaka Êzidî dibînin û destnîşan kir ku bi navê qanûnê niha ferman li civaka Êzidî tê rakirin.

Meclîsê bang li tevahiya aliyên siyasî, hêzên li çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd kir ku ji bo parastina Şengalê dakevin qadan.

Back to top button