Rebîstana Siûdî: Di nava me û Îsralê de ti civînek pêk ne hatiye

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin serokwezîr Netanyahu doh bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir. Erebîstana Siûdî jî ev yek derewand.

Kanala 12 ku agahiyên xwe spartin edîtorê rojnameya Îsraîlî Haaretzê Avi Scharf, wiha got:

Çavdêr û nûçegihanan firîna balafireke taybet di navbera Til Avîv û bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî de li berava Deryaya Sor şopand.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo li bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî civînek bi qralê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman re pêk anîbû.

Piştî vê nûçeyê Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Faysal bin Ferhan El Suud ev nûçe derewand.

El Suud bi peyama li ser hesabê xwe yê twîtterê weşandî de got, Ti hevdîtinek bi vî awayî ne hatiye kirin.

Tenê rêveberên DYA û Siudî di dicivîna tê gotin de amade bûn.

Back to top button