Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li Reqayê li dar xist

Bi diruşmeya “Ji zewicandina keçên biçûk re em dibêjin na” Yekitiya Jinên Ciwan komxebatek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar xist. Di komxebatê de li ser girîngîya rêbazên bidawîkirina zewaca temenê biçûk û pênaseya zanistî ya wê hat nîqaşkirin.

Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşmeya “Ji zewicandina keçên biçûk re em dibêjin na” komxebatek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Komxebat li hola Tac bi beşdarbûna 100 endamên Yekitiya Jinên Ciwan û nûnerên desteyên jinan pêk hat.

Mijarên di komxebatê de hatin şîrovekirin wiha ne:

Sedama zewaca di temenê biçûk de, rêbazên bidawîkirina vê diyardeyê û pênaseya zanistî ya zewaca di temenê biçûk de.

Xaliya Neim: Tunebûna qanûnan sedema zewaca bi temenê biçûk e

Sedema zewaca di temenê biçûk de ji aliyê endama rêveber a navenda Jineolojî Xaliya Neim hate şîrovekirin.

Xaliya bal kişand ser tunebûna qanûnên ku tundiyê bi dawî dikin kir û ev tişt got:

“Zewicandina keçên temen biçûk dibe sedema bê istiqrariya jiyana zewacê. Di civakê de nêrîna ku keç li ser malbatê bareke heye û bi navê “Starê” de têne zewicandin.”

Rewşa jiyanî ya zehmet û êrîşên li ser herêmê ji sedemên zewaca bi temen biçûk e

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:

Rewşa jiyanî ya zehmet, li gel êrişên ser herêmê bû sedem ku gelek malbat keçên xwe bi sedema xizantiyê bizewicînin.

Endama rêveber ya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Esmaa Mistefa jî destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina vê diyardeyê divê mafê jinan were misogerkirin.

Her sal 12 milyon keç jêrî 18 sal tên zewcandin

Li ser mijara pênaseya zanistî ya zewaca temenê biçûk jî wiha hat şîrovekirin:

Li gorî serjimariyan her sal 12 mîlyon keçên jêrî 18 sal têne zewicandin.

Ev zewac bandoreke neyinî li fîzîkiya jinan dike û dibe sedema pirsgirêkan.

Komxebat bi nîqaşan li ser cûreyên tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirina wê bi dawî bû.

Back to top button