DADGEHA SIWÎSRÎ: ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê CIHÊ RÛMETÊ YE

Doza şervanên QSD’ê Yohan Kosar a li Siwîreyê bi encam bû.

Daxwaza cezayê 3 sal zindanê hat betalkirin û dadgeha Siwîsreyê şerê li dijî DAIŞ’ê weke cihê rûmetê pênase kir.

Yohan Kosar ki bi xwe fermandareke di artêşa Siwîsreyê de bû.

Sala 2013’an ji bo parastina Xirstiyanan derbasî rojava bû û di bin sîwanê QSD’ê de bû yek ji şervanên Meclisa Sûryan a Leşkerî.

Piştî karê xwe temam kir Yohan Kosar vegeriya welatê xwe û li dijî wî bi bahaneya ku beşdarî artêşeke biyanî bûye doz hat vekirin.

Doza şervanê QSD’ê doh bi encam bû.

Li gorî vê dadgeha Siwîsrî şerê li dijî DAIŞ’ê weke cihê rûmetê pênase kir û daxwaza cezayê li dijî Yohan Kosar betal kir.

Meclisa Leşkerî ya Sûryan bi daxuyaniyek kêfxweşiya xwe a ji ber biryara dadgehê ragihand.

Leave a Reply

Back to top button