Namzetê wezareta Derve ya Amarîka Antony Blinken

Toreya Bloomberg a Amerîkî tercîh kir ku wê serokê hilbijartî Joe Biden Antony Blinken ji bo wezareta karê derve li şûna Pompeo bigire, hilbijêre.

Antony Blinken şêwirmendê herî nêzîk ê siyaseta derve ya Biden bû.

Di hevdîtineke Blinken li gel toreya CBS a Amerîkî di Gulana borî de, wiha got; yek ji gunehên ku wê heta rojên min ên dawîn li ser min bargiranî be ew e ku tiştê li Sûriyê rûdaye ye û wiha dewam kir;

Amerîka şaştî kir dema rê da Tirkiyê, Îran û Rûsya ku destwerdanê ji Sûriyê bikin, ji ber wê jî bandora me li Sûriyê ne wek tê xwestin e.

Blinken di hevdîtinê de da zanîn ku hêzên me yên li bakur û rojhilatê Sûriyê mane wê bihêlin em bandorê li aloziya Sûriyê bikin û hebûna me li wir pir girîng e.

Namzetê wezareta derve ya Amerîka Antony Blinken biryara vekişîna beşî ya Trump ji Sûriyê bi xiyaneta li Kurdan û hêzên Sûriya demokratîk bi nav dike.

Ew bi şaştiya mezin bi nav dike û dibêje diviya tiştekî wiha çênebûba.

Blinken pêşîlêgirtina Korona û tekoşîna li dijî Daiş’ê li Sûriyê û Iraqê ji karên sereke yên rêveberiya Jeo Biden dibîne.

Back to top button