Êzidiyên Ewropa ji bo xwedîderketina li Şengalê banga çalakiyan kir

Koordînasyona Civaka Êzdîxanê ya Ewropayê bang li hêzên Kurdistanî bi taybetî jî li gel kir ku guh bidin banga lezgîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê û ji bo pûçkirina plana Hewlêr-Bexda û Enqereyê ya dagirkirina Şengalê, dest bi çalakiyan bikin.

Koordînasyona Civaka Êzdîxanê ya Ewropayê têkildarî gefên nû yên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Koordînasyê diyar kir ku fermana ku 2014’an veşartî pêk anîn, niha bi awayekî vekirî bi piştgiriya NY û Amerîkayê dixwazin bi peymanan fermaneke nû pêk bînin.

Koordînasya Êzdiyên Ewropayê got:

“Hewlêr-Bexda û Enqere dixwazin tovê xwekujî-brakujiyê jî di nava qewmê Tawîsî Melek de biçînin, da pêsêra wî reş bikin, yekîtî-tifaqê têk bibin û xîretê ji holê rakin.

Eger civaka Êzîdî ji axa pîroz qut bibe, bêtifaqî bikeve nava wê û xîret nemîne, ev yek wê bibe dawiya baweriya Tawîsî Melek û qewmê wî.”

Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê dibîne ku têkçûna civaka Êzidî û dagirkirina Şengalê, wê bibe sedema têkçûn û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûkê.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bi destê hêzek ku qaşo bi navê Kurditiyê tev digerê û xwe wisa pênase dike, bi destê PDK, Kurdistan tê dagirkirin û têkbirin.

Koordinasyona Civaka Êzdîxanê ya li Ewropayê, bang li hemû civaka Êzîdî ya li Ewropayê û Kurdistaniyan kir ku, heya Şengal di nava metirsî û gefê de be, hemû kar û xebata xwe ya rojane rawestînin û bi hawara Êzîdxanê ve herin.

Her wiha banga lidarxistina çalakiyên li pêşiya nûnertiyên Iraq, Başûrê Kurdistan û yên NY’yî kir.

KCDK-E: Divê Kurdên Ewropayê dakevin qadan

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê-KCDK-E’yê jî li dijî dagirkirian Şengalê hişyarî kir, ku hikumeta Iraqê bi şandina 10 hezar leşkeran ber bi Şengalê ve, amadekariya fermaneke nû dike.

KCDK-E’yê bang li Kurdan kir ku bila di 26’ê Mijdarê de li her derê çalakî li dar bikevin.

Back to top button