QSD û Koalîsyona Navnetewî konferansek li Rimêlanê li dar xist

Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî konferanseke çapemeniyê li bajarokê Rimêlanê li dar xist..

Di konferansê de, berdevekê nû yê koalîsyona Navdewletî Wayne Marotto axivî û diyar kir ku ew li şûna berdevkê berê Miles Cagnes hatiye erkdarkirin.

Her wiha general Kevin Copsey jî weke cîgirê nû yê Koalîsyonê pêşkêş kir.

Copsey ji aliyê xwe ve, têkildarî xebatên hêzên koalîsyonê axivî û got; “Me misyona xwe li Iraq û Sûriyê ya perwerdekirina 120 hezar leşkerên Îraqî û yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi dawî kir.

Aniha jî em di pêvajoyeke nû de ne, ji ber hîna karê me neqediyaye.. ”

General Kevin Copsey teqez kir ew ê piştgiriyê bidin van hêzan û dawî li DAIŞ û torên wî yên darayî bînin.

https://youtu.be/tNvWhBHrBxA

Back to top button