QSD: Li Eyn Îsayê 18 çete hatin kuştin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.
Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe êrîşên dijwar birin ser navçeya Eyn Îsa û gundên Girê Spî.
Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di şerê îro yê li navçeya Eyn Îsayê de 18 çeteyên dewleta Tirk ya dagirer hatin kuştin.

 

Ji şevê din ve êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê û gundên Girê Spî ranewestiyane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê şerê dawî ya li Eyn Îsayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan daxuyaniyek weşand.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin.

“Duh piştî nîvê şevê, çeteyên dewleta Tirk xwestin bi awayekî veşartî bikevin gundê Malikiyê ya navçeya Eyn Îsayê.

Di heman wextê de li bajarê Eyn Îsa, derdora wê û derdora rêya M4 jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û bi çekên giran û navîn şer qewimî.

Di encamê de êrîşa çeteyan hat şkandin û herî kêm 18 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, çeteyê bi navê Îsmaîl El Aydo ku vê êrîşê bi rê ve dibir ê ku berê serçeteyekî DAIŞê bû hat kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê eşkere kir ku di şerê rûdayî de 4 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Di êrîşê de gelek cihên sivîlan hatin hedefgirtin û ziyanên madî çêbûn.

Duh jî artêşa Tirk û çeteyên xwe bi dijwarî êrîşî Eyn Îsayê kir û sedan top li navenda navçeyê ketin û 8 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundên Girê Spî topbaran kirin

Her wiha îro dagirkeriya Tirk gundewarê rojavayî yê Girê Spî topbaran kir.

Di êrîşê de gundên Kopirlik, Korhesen û Erîda bûn hedefa êrîşan.

Hat zanîn ku di êrîşa ser gundê Kopirlik de nuqteyên hêzên hikumeta Şamê hatin topbarankirin.

Hat ragihandin di hemwextî van êrîşên dijwar de hêzên hikumeta Şamê balafireke keşfê ku li asîmanî Girê Spî digeriya, xist xwarê.

Back to top button