Remziya Mihemed: Li dijî tundiya li ser jinê divê jin û mêr bên perwerdekirin

Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed, diyar kir ku ji bo civakek azad û demokratîk ava bikin dest bi perwerdekirina civakê kirine.Remziya da zînin ku di salên dawiyê de gelek perwerde û semîner li ser tundiyê li dar xist. divê mêr jî tevlî perwerda bibin, ji bo ku em bikarin civakek azad û demokratîk ava bikin.

Îro bi hezaran jin xwedî li mîrasa her sê xwîşkên Mîrabalan derdikevin.

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê jinan amadekariya derketina li qadan dikin.

Jin li hember her cure tundî û desthilatdarî têşîna xwe mezin kir.

Têkîldarî mijarê berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed nirxandin kir.

Remziye diyar kir ku ew ê li dijî hemû kiryar û sêcên dewelta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin.

Remziye bal kişand ser cureyên tundiyê û têkoşîna li beramberî tundiyê û anî ziman ku ger edalet û wekhevî di navbera her du zayendan de hebe wê tundiya ji holê rabe

Remziye di dewama gotina xwe de diyar kir ku ew ji bo civakek azad û demokratîk ava bikin dest bi perwerdekirina civakê kirine

Remziya Mihemed: Di 25’ê Mijdarê de meşekê girseyî were lidarxistin

Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziye Mihemed herî dawî balkişand ser rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha got:

Me pêngava xwe di 10’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihandin.

Ji bo roja 25’ê Mijdarê amadekariya meşek girseyî tê kirin.

Back to top button