ÎHD’ê ya Amedê rapora xwe ya derbarê tundiya ser jinan de aşkere kir

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê rapora xwe ya derbarê tundiya ser jinan ya li herêmê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê hat diyar kiri ku li herêmê 45 jin hatine kuştin 33 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya Amedê bi boneya 25’ê Mijdarê bi civîneke çapemeniyê raporeke ji raya giştî re eşkere kir.

Rapor derbarê tundiya li dijî jinê ya Bajarên Herêmê de bû.

Di civînê de daxuyaniyek ji aliyê endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demir ve hat xwendin.

Ezgî destnîşan kir ku jin êdî dengê xwe bi rêya medyaya civakî didin bihîstin û got:

“Di pêvajoya pandemiyê de jî jin zêdetir bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber vê sedemê nikarîn dengê xwe bidin bihîstin.

Piraniya rayedaran, di gelek bûyerên tundiyê de rewşê wek pirsgirêka malbatê ya taybet pênase dikin û tundiya li dijî jinê rewadikin.

Ji ber van sedeman kesên ku êrîşî jinan dikin ji wan kesan cesaretê digirin.

Bîlançoya tundiya li dijî jinan jî rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavûz xwend.

Gurbet jî destnîşan kir ku li herêmê 45 jin hatine kuştin 33 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne û dibêje:

35 jin bi awayek guman jiyana xwe jidest dane, tespîtên ku me kirine tenê ji bo herêmekê bûn.

Li Tirkiyê jî rewş bêhtir xirab e, em ê jî weke jin li her qadan li dijî tundiyê û feraseta serdest a mêr têdikoşin.

Back to top button