Rêveberiya Xweser: Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan helwesteke cidî nîşan bide

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn û Meclisa Kantona Girê Spî derberê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê diyar kirin ku hêzên garantor berpirsê êrîşane û divê civaka navneteweyî li dijî êrişan helwesteke cidî nîşan bide.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Eyn Îsayê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got:

Sûcên dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navneteweyî rojekê jî ranewestin.

Şahîn diyar kir ku divê civaka navneteweyî li hemberî van êrişan bê-deng nemîne, divê bikeve nava tevgerê û rê li pêşiya dewleta Tirk bigire.

Şahîn anî ziman ku her kes dizane dewleta Tirk bûye navenda nakokiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê, lê dîsa jî kesek an jî aliyek ti helwesteke cidî di vî warî de nîşan nade.

Şahîn bang li Rûsya û DYA`yê kir ku mudaxele bikin û sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Meclisa Girê Spî: Rûsya berpirsa êrîşên li dijî Eyn Îsayê ye

Meclisa Kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rûsya berpirsa êriş û topbarana dewleta Tirk a li dijî navçeya Eyn Îsayê ye.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ve û bi tevlîbûna nûnerên tevahiya meclis û komîteyên sivîl û leşkerî yên kantonê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber Rûsya garantora lihevkirina agirbestê ye, ew berpirsa topbarana dewleta Tirk e.

Meclisê bang li Rûsya kir ku mudaxele bike, azarên şêniyan bi dawî bike û rê nede ku careke din şênî koçber bibin.

Back to top button