Dagirkeran li navçeya Cindirês û Mabata 13 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan zêdê dibin.
Dagirkeran li navçeya Cindirêsê û Mabata 4 jê jin 13 sivîl revandin, 2 jin jî li navçeya Raco êşkence kirin.
Dagirkeran ji şêniyên gundê Hisê yê Mabata jî 300 dolar bac standin.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibin.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, çeteyên dagirkeriya Tirk 5 sivîl ji wan 4 jin ji gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Tora Çalakvanan diyar kir ku çeteyan bi bihaneyên ne rast şêniyên bi navê
Ferîde Hemo Hesen,
Emîne Hemîd Henan,
Ayîşe Hiso Hemîd û hevjînê wê
Edîb Bekir
her wiha jina binavê Şefîqe revandin.

Navenda Belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê ragihand ku 20 û 22’ê Mijdarê çeteyan bi ser çend malên navenda Mabata girtin û 9 sivîl revandin
ji wan
Mihemed HIsên Yûsif (33)
Nor El-Dîn Hemîd Coco
Mihemed Yûsif Coco
Remzî Henan Elîko
Zuhêr Mistefa Şeban ( 47)
Zûhêr Henan Elîko hatin nas kirin.

Navendê eşker kir ku ji destpêka meha Mijdarê navên 47 sivîl yên ku dagirkeran ji Efrînê revandinê, belgekirine.

Dagirkeran li navçeya Raco du jinên temen mezin êşkence kirin

Dagikaran bi armanca kocberkirina şêniyên Efrînê yên mane, kirinên dermirovî pêk tînin.

22’ê Mijadarê, li gundê Meydan Ekbez yê navçeya Raco, çeteyan jina temen mezin a bi navê Mewlîde Ismeîl êşkence kir.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn ku ji ber Mewlîde ji kirinên çeteyan bertek da, hat êşkence kirin.

Li gundê Meydana yê navçeya Raco jî, çeteyan bê sedema jina temen mezin a bi navê Asiye diya Kawa tê nasîn bi giranî êşkence kir.

Dagirkeran ji şêniyên gundê Hisê yê Mabata 300 dolar bac standin

Li aliyê din, şêniyê gundê Hisê yê navçeya Mabata ji bo mewisma zeytûnên xwe biçinin 300 dolar bac dan çeteyan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî diyar kir ku ji ber gefxwarinên çeteyan,10 malbata bac dan wan.

Back to top button