Silav Şedadî: Wê operasyonên me berdewam bikin

Tevî têkbirina wan di aliyê leşkerî de, hê jî çeteyên DAIŞ’ê bi şaneyên xwe yên veşartî, li ser herêmê metirsiyeke mezin e. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadî diyar kir ku hêzên wan wê van operasyonên xwe li dijî şaneyên ku şêniyan ditirsînin, bidomînin. Şêniyên Til Şeyîr yê Şedadê jî anîn ziman ku bi saya QSD’ê herêmên wan ewle û aram bûne.

Ji herêmên ku bûn armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, navçeya Deşîşe û bajarokê Til Şayir ên bi 35 km li başûr rojhilatê Şedadê bûn.

Tevî ku ev herêm 17`ê Hezîrana 2018`an hatine rizgarkirin, lê tevgera şaneyên çeteyên girêdayî DAIŞ û gelek hêzên din li herêmê didome.

Ji ber wê hêzên ewlekariyê dest bi operasyonên lêgerînê li dijî wan şaneyan kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadî destnîşan kir ku herêmên rojhilatê Şedadê, bi saya hevkariya şêniyan bi hêzên leşkerî re, aram in.

Silav Şedadî diyar kir ku hêzên wan li ser daxwazên şêniyan operasyonên lêgerînê dan destpêkirin û operasyon heta tunekirina tevahiya şaneyan wê bidomin.

Şêniyên Şedadê: Bi saya QSD’ê herêmên bi ewle û aram in

Şêniyê bi navê Ewad Xidir El-Nasir yê ji Til Şayirê jî diyar kir ku piştî ku şênî bi QSD’ê re hevkar bûn, herêm ewletir bû û got; “Em bi hev re bi hêzên xwe yên leşkerî re kar dikin da ku çeteyê herî dawî tune bike.”

Şêniyê bi navê Hemed El-Heşaş jî bal kişand ser ewlehiya ku bi saya xebatên QSD`ê li Til Şeyir û Deşîşeyê pêk hatiye û got: “Şênî êdî bi hêsanî dikarin tevbigerin. Heta di saetên şevê yên dereng de dikarin di nava tevahiya gundan bigerin.”

El Heşaş diyar kir ku hejmareke kêm a çeteyan û dizan li kûrahiya beyarê maye, lê tevgera wan kêm bûye ji ber ku hesabê hevkariya şêniyan bi hêzên ewlekariyê re dikin.

Back to top button