Kongra Gel: Azadî û statûya Şengalê xeta me ya sor e

KONGRA GEL bi daxuyaniyekê bal kişand ser pîlanên li ser Şengalê û destnîşan kir ku azadî û statuya xelkê Êzidî û Şengal a pîroz ji bo wan xeta sor e. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi her awayî divê azadiya Şengalê bê parastin.”
Kurdên li Rûsyayê jî bang li Rûsya û hêzên navnetewî kirin ku li dijî plana dagirkirina Şengalê bêdeng nemînin.

KONGRA GEL bi boneya pilanên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

KONGRA GEL diyar kir ku faşîzma dewleta Tirk bi hewldaneke dawî ji bo pêşiya têkçûna xwe bigre bi piştgiriya Emrîka, PDK û hikumata Bexda li ser têkbirina destketên Şengalê îttîfaq kirin.
Di vê çarçovê de hikumata Irak’ê hêzeke mezin biriyê Şengalê.

Kongra Gel destnîşankir ku hêzên navborî bi vê gavê dixwazin destketên xelkên Şengalê têk bibin, plana ku bi DAIŞ’ê ve nebirin serî dixwazin bi qanûnan pêkbînin.

Kongra Gel got:

“Konsepta Şengalê jî parçeyekî têkbirina destketên kurdên azad e û destketên hemû parçeyên Kurdistanê ye.
Azadî û statûya gelê me yê Êzdî û Şengal a pîroz, ji bo me xeta sor e berdêlê wî çibe divê em biparêzin.
Pêwîst e gelê me li welat û derveyî welat bi awayekî seferberî, li hemberî vê konseptê yekîtiya xwe çêbike û tekoşîna xwe bilind bike”

Kurdên Rûsyayê: Bi peymanê dixwazin Êzidiyan bêxwerêveberî û bêparastin bihêlin

Her wiha hemû partî û Rêxistinên Êzîdiyan ên Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî plana PDK, dewleta Tirk û Hikûmeta Iraqê rabûn û gotin.

“Plana 9’ê Cotmehê li dijî rêxistinbûn û xweseriya Şengalê ye.

Şandina 10 hezar hêzên çekdar û polîsan ber bi herêma Şengalê ve tê wateya tunekirina îradeya Êzidiyan.

Bi vê hewldanê dixwazin xelkê Şengalê bi rêya ‘qanûnan’ bêparastin, bêrêxistin bihêlin, asîmîle û tune bikin.”

Rêxistinên Êzîdî yên li Rûsyayê bang li Rûsya û dewletên navnetewî kirin ku li hemberî plana li ser Şengalê bêdeng nemînin.

Divê hemû Kurdên çar aliyên Kurdistanê jî ji bo parastina destketiyên Şengalê dakevin qadan.

Back to top button