Li Qamişlo û Hesekê biriyara qedexeya çûn û hatinê 10 hat ragihandin

Ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa coronayê Şaneya Aloziyê ya li herêma cezîrê biriyara qedexeya çûn û hatinê ya 10 rojan ragihand.
Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê ji bo 5 rojan biryarnameyek derxist, rakirina qedexeyê roja pêncşemê dest pê dike û roja duşemê bi dawî dibe.

Biriyara Şaneya Kirîzê ya Herêma Cezîrê jî wiha ye:

– Li gorî biriyarê hemî dibistan, Zanîngeh û pêşdibistanên zarokan li deverên Rêveberiya Xweser têne girtin.

-Tevgera basên mezin û biçûk yên bajêr têne rawistandin ji bilî tevgera bazirganiyê.

– Hemî dezgehên fermî û nefermî li Qamişlo û Hesekê têne girtin ji bilî dezgehên xizmitguzariyê û bi hijmarin hidik ji karmeda.

– Derfet ji bazara xwarinê a giştî ya li Qamişlo û Hesekê tê dan ew jî di saetên sibehê tenê ango ji berbangê heta seat 10 sibehê.

– Ev biriyar derfetê dide rêxistinên mirovî û yê ragihandinê ew jî di çarçoveya bikaranîna nasnameyê nih de.

– Di dema biryarê de hemî dezgeh û dibistên Rêvebeiyê wê bêne taqîmkirin.

– Her wiha hemî dezgehên ragihandê wê bikarê rêdan û hişiyara şêniyan ji vîrûsa Corona yê bikin.

Ji xwe nexweşxane, dermanxane û nangeh nakevin bin vê biriyarê.

Ji bona tevgera çotkaran jî dê rewşa wan di ber çavan re were derbaskirin.

Biryara şaneya krîzê li herêma Firatê 5 rojan hate rakirin

Her wiha li herêma Firatê jî Piştî ragihandina qedexeya giştî li herêmê di 15`ê vê mehê de
biryarameyek ji bo rakirina qedexeya giştî tenê heta 5 rojan derxistin.

Rakirina qedexeyê roja pêncşemê dest pê dike û roja duşemê bi dawî dibe.

Di van 5 rojan de dikanên madeyên xwarinê, dikanên pîşesazî, rêxistinên mirovî, stasyonên sotemeniyê dê bên vekirin.

Dê saziyên din jî li gorî biryarnameya berê girtî bimînin.

Her wiha hemû rengên kombûnan, xwaringeh, park, qehwexane û cihên sporê di dema rakirina qedexeyê têne girtin.

Back to top button