Îro serokê parlemana Tirkî Bolent Arînç istifaya xwe ji meclisa şêwirmendî ya bilind da.
Di hevdîtineke televizyonî de Bolent Arînç banga berdana hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û karsaz Osman Kafala kir.
Bolent Arînç wiha got: Pêwîstiya Tirkiyê bi sereraskirina sîstema dadwerî, aborî û warên din heye.
Ji ber wê daxwazê, hinek dezgehên ragihandinê yên hikûmeta Tirkiyê ew bi tundî rexne kir.
Di wê derbarê de Bolent Arînîç daxuyaniyek li ser tîwîterê belav kir û wiha got: “Min istîfaya xwe pêşkêşî serokê Erdopgan kir û wî jî pejirand û wiha dewam kir;
Divê em hundirê welatê xwe aram bikin û çareseriyekê ji tirsa welatiyên xwe re bibînin.
Di sala 2015’an de jî Bolent Arînç xistina desthilat û biryaran bi awayekî berfireh di destê Erdogan de şermezar kir û wiha gotibû: “Destpêkê em bûn, piştre bû ez”.
Bi vê gotinê birina Tirkiyê ber bi sîstema yek-kesî rexne kir û aliyên ji Erdogan nêzîk bûn ji wî bi hêrs bûn.