Yunanistan û Îmaratê peymana parastinê ya hevbeş îmze kirin

Yewnanistan û Îmaratê peymaneke parastinê ya hevpar îmze kir, ligorî vê wê her du welat alîkariyê bidin hev.

Rojnamaya National Herald a Amerîkî eşkere kir ku doh Yewnanistan û Îmaratê peymaneke parastinê ya hevbeş îmze kir.

Li gorî peymanê, eger êriş li ser dewletekê çêbû, dê dewleta din alîkariyê bide wê.

Îmaratê berê li dijî provokasyonên dewleta Tirk yên li derya Spî piştgirî dabû Yewnanistanê.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis hewl dide li dijî dewleta Tirk hevkarên navneteweyî çêke ku di nav wan de Fransa jî heye.

Back to top button