Almanya: Divê Îran xalên peymana nukleerî pêk bîne

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas li paytext Berlînê bi hempîşeyên xwe yê Birîntayna û Fransayê re civiya. Naveroka sereke ya civînê beryanema nukleerî ya bi Îranê re bû.

Wezaretê têkildarî civînê di daxuyaniya dawî de wiha got,

Naveroka civînê peymana bernameya nukleerî ya li Viyanayê ku bi Îranê re hatî îmzekirin bû.

Aliyên civînê li dijî durketina DYA ji peymanê ye û diyar kir ku welatên Ewropa dixwazin bi peymanê re bimênin.

Berdevkê Wezîrê Derve yê Almanya anî ziman ku li gorî temaşekirina wan, Îran bi awayekî sîstematîk peymanê binpê dike.

Wezaretê daxuyakirin ku ew bi hevparên xwere bang li Îranê dikin ku êdî peymanê binpê neke.

Her wiha di civînê de, tevî bernameya muşekan ya Îranê girîngiya rola wê ya herêmî ji hate nîqaşkirin.

Back to top button