Di encama her du teqînên li Efrîn û Babê de 8 kes jê 3 çete hatin kuştin

Îro di encama teqînên ku li Efrîn û Babê rû dan, 8 kes hatin kuştin, 35 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navenda Efrînê teqînek li nêzê çarxerêya Kawa pêk hat.

Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Çavdêriyê da zanîn ku erebeyek bombebarkirî li tenişta firuna Cûdî ya li taxa Sînea ya bajarê Efrînê teqiya.

Çavdêriyê ragihand ku di encama teqîna erebeyek li bajarê Babê de 3 jê çeteyên dewleta Tirk 5 kes kuştin û derdora 19 kes jî birîndar bûn.

Back to top button