Li Efrînê..Çeteyan li gundê Kêla dest danîn ser darên zeytûnan

Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê dest danîn ser darên zeytûnan ên şêniyan û kabloyên kehrebeyê firotin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, dest danîn ser tevahî darên zeytûnan ên şêniyê bi navê Seydo Hesen.

Her wiha komên çete pêwîstiyên xwe yên rojane bi deyn ji şêniyên gund peyda dikin û zorê li wan dikin ku deynên wan jî bidin.

Li aliyekî din, çeteyên li gundê Meydankê jî kabloyên dar û kerhebeyê qut kirin û firotin.

Back to top button