Lavrov pêşwaziya Uqeyle Salih li Moskoyê dike

Li Moskoyê, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov, pêşwaziya serokê Parlamena Lîbî Uqeyle Salih kir. Komîteya leşkerî ya hevbeş jî li gel hikumeta Wîfaqê, derbarê pevguhertina dîlên şer, gihîştin lihevkirinekê.
Herî dawî jî, piştî yekkirina Parlamenê, parlementerên Lîbî dê li Mexribê bicivin.

Li ser daxwaza Rûsyayê, serokê parlamena Lîbî Uqeyle Salih serdana Moskoyê kir.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov pêşwaziya Salih kir û civînek li dar xist.

Di civînê de, Lavrov diyar kir ku hevdîtina Salih bi serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz Serac a Tebaxa borî, roleke girîng di destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya nû de lîst û ev pêvajo heta niha jî dewam dike û bi pêş dikeve.

Wezîrê derve yê Rûsyayê girîngî da hewldanên serokê parlamena Lîbî ji bo çareseriyeke giştî li Lîbyayê ku hemû hêzên siyasî yên sereke û hemû herêmên welêt digire nava xwe.

Lavrov teqez kir ku helwesta Rûsya jî heman helwest e û ev çend sal in Mosko têkiliyan bi hemû aliyên Lîbî re dike.

Komîteya leşkerî û Wîfaqê li ser pevguhertina dîlan li hev kir

Li aliyekî din, berpirsê artêşa niştimanî Xalid Mehcûb eşkere kir ku komîteya leşkerî ya hevbeş û şandeyek ji hikumeta Wîfaqê, derbarê pevguhertina dîlên şer, gihîştin lihevkirinekê.

Mehcûb diyar kir ku komîteya leşkerî di nêzîktirîn dem de, dê dest bi amadekariyên pevguhertina dîlan bike û divê hikumeta Wîfaqê pabendî vê lihevkirinê bibe.

Her wiha di çarçoveya meşandina xebatên siyasî de, Parlamenterên Lîbî, dê yekemîn car piştî yekkirina parlamenê, li bajarê Gidamis ê Mexribê bicivin.

Back to top button