
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi boneya 25’ê Mijdarê çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Tekane daxwaza jinan ewe ku tevahî jin bibin yek û dengê xwe li hemberî tundiyê bilind bikin.
Sazî û dezgehên jinan di çarçoveya çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê de li 10 navend daketin qadan, daxuyanî û çalakî li dar xistin.
Bajarên ku çalakî li wir pêk hatin jî Amed, Riha, Dêrsim, wan, Şirnex, Semsûr, Stenbol, Îzmîr, Adana û Enqara bûn.
Jinan di çalakiyên xwe de gotin: “Ji bo em xwişkek xwe jî bi tenê nehêlin, em ê vê têkoşînê mezin bikin.”
Siyasetmedarên jin ên girtî peyamên 25’ê Mijdarê dan
Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê dîlgirtî ne, ji bo 25’ê Mijdarê peyam şandin. Di peyaman de işaret bi girîngiya berxwedana li dijî faşîzmê û serweriya mêr hate kirin.
Wekilên jin ên HDP’ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêkolînkirin
Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan Serokatiya Meclîsê û xwestin tundî û binpêkiran mafên jinan bê lêkolînkirin.
Jinan di peşniyarnameyan de anîn ziman ku jin bi tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî, aborî, tundiya mêr û dewletê re rû bi rû dimîne.
YPS-JIN: Azadiya jinê wê faşîzmê hilweşîne
Her wiha Koordînasyona YPS-JIN’ê jî daxuyaniyek niviskî da.
Koordînasyonê diyar kir ku ji serdema desthilat faşîst a AKP-MHP’ê tundiya li ser jinê zêdetir bûye, hikûmeta faşîst vîna jinê kiriye armanca .
Li dijî vê yekê wê azadiya jinê faşîzmê hilweşînê, lewra bang me ji tevahî jinan re heye ku di 25’ê Mijdarê dakevin qadan.