ÎHD: SALA 2018’AN 67 KES SERÎ LI KOMELEYA ME DAN E

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ya Amedê diyar kir ku di sala 2018’an de ji ber revandin û ferzkirina sîxûrtiyê 67 kesan serî li wan dan e.

Komeleyê diyar kir ku 20 kesên polîsan ew revandine û sîxurtî li wan ferz kirine, serî li wan dane.

Di sala 2018’an de ji ber vê rewşê 67 kesan serî li Komeleya Mafên Mirovan daye.

Di demên dawî de li gelek deverên Tirkiyê mirov tên revandin û bi zext û zoriyan sîxurtî li wan tên ferzkirin.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2018’an de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê 44 kes ji ber vê rewşê serî li ÎHD’ê dane.

Her wiha li gorî daneyên ÎHD’ê 23 kesên sîxurtî li wan hatine ferzkirin jî bi rêya çapemeniyê ev yek bi raya giştî re parve kirine.

Li Wanê 12 kes hatin destgîrkirin
Li Wan navendê û Elbak ya Wanê polîs û jandarmayên Tirk bi ser malan de girtin û 12 kes destgîr kirin.

Polîs û jandarmayên Tirk bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî li Wan navendê û navçeya wê Elbak bi ser malan de girtin û li Başkalayê 4, li Wan navendê 8 kes hatin destgîrkirin.

Hate gotin kesên ku hatine destgîrkirin birine Şûbeya TEM’ê ya Emniyeta Midûriyetê ya Wanê.

Li Wanê dest danîn li ser radyoyên girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê rayedaran dest danîn li ser radyoyên girtiyan

Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Wanê, dest danî ser radyoyên girtiyan. Girtiyan bi rêya parêzer û malbatên xwe diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê 4 roj berê ferman daye gardiyanan û li ser fermana rêveberiya girtîgehê, gardiyanan dest danîye ser radyoyên wan.

Girtiyan anîn ziman ku rojname jî li ser wan qut kirine û êdî rojnameyan nadin girtiyan. Girtiyan, anîn ziman ku dema sedema wê pirsîne gardiyanan gotine “Biryar hat dayîn ku ji niha û şûnde em rojnameyan û radyoyan nedin girtiyan.

Leave a Reply

Back to top button