25’ê Mijdarê…Jinên Başûrê Kurdistanê daketin qadan û çalakî lidarxistin

Li Mexmûr, Kerkûk, Helebça, Koye, Kelar û Çemçemalê bi boneya 25’ê Mijdarê gelek çalakî pêk hatin, jinan banga rawastandina tundiyê kirin û daxwaz li tevahî jinan kirin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Her wiha li Ewropayê jî çalakî pêk hatin.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê meşiyan.

Bi vê armancê bi hezaran jinên Mexmûrî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan li hev kom bûn.

Di vê çarçoveyê li seranserî bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî pêk tên.

Ji destpêka salê ve li Kerkûkê herî kêm 44 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Jinan kulîlk danîn nava pêlavên 44 jinan û wêneyên wan jî bi darê ve hatin dalqandin.

Li Helebce bi navê ‘Cîhanê pirtekalî bikin’ li Baxê Giştî daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku îsal jî tundiya li hemberî jinan zêde bûye, li Herêma Başûrê Kurdistanê bi vî awayî beşek zêde ya jinan bûne qurbanî.

Li Hola Hunerî ya Kelarê ya Germiyanê merasîmek ji aliyê Rêxistina Girîng ve pêk hat.

Di merasîmê de gelek axavtin hatin kirin û kesên axivîn gotin:

”Jin bi vîna xwe serî li hemberî tundiyê hilda”

Piştre kurtefilmek li ser tundî û kuştina jinan pêşandan.

Li navçeya Çemçemal jî jin çûn serdana gora herdu xwişkên hatin kuştin kirin û destgul danîn li ser gora wan.

Ev her du xwişkên ku temenê wan 17 û 19 salî ne, di 9’ê Îlona îsal de li gundekî Çemçemalan şivanekê cenazeyên wan dît.

Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî jinan li dijî tundiya li ser jinan çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û xwestin ku yasa serwer be û kesên li hemberî jinan tundiyê dikin werin cezakirin.

Jinên Kurd ên berlînê peyameke weşandin

Jinên endamên Komeleya Dest-Danê ya Berlînê têkilî 25’ê Mijdarê peyameke weşand û got, ”Berxwedana me wê bidome.’Jinan gotin divê roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinê tenê bi rojekê re ne sînordar be û peyama, ”berxwedan wê bidome” dan.

 

Back to top button