PDK ji Soran heta Behdînanê hêzên nû bi cih dike

PDK, bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker lez daye amadekariyên şerê li dijî gerîla.
PDK’ê îro karwanekî din yê leşkerî tevî çekên giran şand herêmên Çoman, Hecî Umran û Kanî Masiyê.
Li aliyê din hin fermandarên PDK’ê jî derbasî Kanî Masî û Serzêrê bûn.

Hate ragihandin ku PDK’ê îro karwanê leşkerî ji 300 kesî pêktê, 56 wesayîtên zirxî ku tank, top û çekên giran di navê de hebûne, li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kiriye.

Hate gotin, îro di saetên sibê de hêzên PDK’ê di sêgoşeya Bêgova, Batufa û Birîfka ya qada seferên petrolê re derbas bûne û çûne Kanî Masî ye.

Li aliyê din hate zanîn ku, hêzên PDK’ê li gundê Qumriyê ya Kanî Masiyê xaleke kontrolê daniye û di van sê rojan de li herêma Metînayê 3 xalên kontrolê çêkirine.

Tê gotin ew her sê xalên kontrolê yên leşkerî ku nu hatine çêkirin ji Kanî Masî heya Heftanînê dirêj dibe.

Dîsa hate zanîn ku şandeyek leşkerî ya fermandarên PDK’ê yên herêma Dihokê Şêx Elo û Alîkarî Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn jî di şandeyê de hene.

Şande piştî Kanî Masiyê derbasê Serzêrê bûye.

Back to top button