Zinarîn Kobanê: YPJ’ê hemû polîtîkayên dijmin bi têkoşînê vala derxistin

Fermandara YPJ’ê Zinarîn Kobanê diyar kir ku jinên rêxistinbûyî xurt û berxwedêr in, wan bi têkoşînê hemû polîtîkayên dijim vala derxistin. Her wiha fermandar Stêrk Kobanê jî teqez kir ku ewê bi berxwedanê civakeke demokrat û azad, ava bikin û jinan bigihînin azadiya wan.

Ji Fermandarên YPJ’ê Zinarîn Kobanê bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê nirxandin kir.
Zinarîn di kesayeta xwîşkên Mîrabel hemû şehîdên şoreşa rojava bi bîr anîn û diyar kir ku li dijî polîtîkayên heyî, jinan çiqas têkoşîn mezin kirin, ewqasî jî êrîş zêde bûn.

Zinarîn destnîşan kir ku divê ew berê xwe bidin pêngavên ‘Na ji tundiya li jinê re’ û ‘Dem dema azadiyê ye’, van pêngava bi serketinê tacîdar bikin:

Stêrk Kobanê: Jinan bi hêza xwe ya parastinê xwe ji tundiyê parast

Her wiha fermandara YPJ’ê Stêrk Kobanê jî destnîşan kir ku jin bi jîrbûn û bi hêza xwe, roleke sereke di nava civakê de lîst, ji ber çavkaniya bedewbûn, avakirin û pêşxistinê bû.

Stêrk Kobanê: Em ê teqez bi berxwedanê civakeke demokratîk ava bikin

Stêrk Kobanê da zanîn ku jinan dema fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kir, teqez kir ku dikare parastina xwe û zayenda xwe ji tundiyê bike û wiha bi dawî kir:

Emê teqez civakeke demokrat, azad ku wekhevî tê de mîsoger be, ava bikin û jinan bigihînin azadiya wan.

https://youtu.be/uz1q1LTUUVI

Back to top button