Gundê jinê “Jinwar”..Razek di navbera jin û jiyanê de ye

Di cîhanê de herêm û warên jinan hene, gundên jinan, têkilî, hevaltî û dostaniya jinan di van waran de gelekî cuda û xweser in. Gelo jiyana van jinan ne îlham û çavkaniya veguhertina zîhniyeta zilamtî û jintiyê ye?

Dîrokê gelek şahîdî ji sucên li dijî jinan ên wekî kuştin, destdirêjî, meta kirin û bê maf hiştinê re kiriye.

Gelek dewletan jî azadiya jinê tune dîtiye yan jî li ser kaxezan hiştiye.

Lê gelo ev dîrok wê bi vî awayî heya kengî dewam bike?

Rêber Abdullah Ocalan bi gotina ‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’ rûpelek nû ji berxwedan û têkoşîna jinan re vekir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi derfetên şoreşê re gundekî jinan bi navê Jinwar hate avakirin.

Jinwar 25’ê Mijdara 2018’an li herêmê hat vekirin.

Ev yek li dijî hişmendiya baviksalar û tundiya li ser jinan, bersiveke herî xurt bû.

Jinwar Razek di navbera jin û jiyanê de ye. Bi armanca pêşxistina têkiliyên hevjiyana azad, aboriyeke ekolojîk, rastkirina zanîna dîrokê, civakeke tendurist, hevaltî û hezkirina jinan, gund ava bû.

Têkilî, hevaltî û dostaniya jinan li vir cuda û xweser in

Lê ne tenê ev, weke Jinwar di cîhanê de jî herêm û warên jinan hene.

Gundên jinan, têkilî, hevaltî û dostaniya jinan di van waran de gelek cuda û xweser in.

Jinên Mosou

Li welatê Çînê nêzî sînorê welatê Tîbetê warê jinan ê bi navê Yongnîng e heye.

Bi zimanê çînî tê wateya “Aramıya bêdawî”. Jin berpirsyarên jiyanê ne. Ev jin bi xweseriya xwe ya jiyanê dijîn. Çanda jiyanê ya dayiksalar e.

Di nava jinên Mosou de zarokên keçik, pîroz tên dîtin. Erka dewamkirina civakê û pêşengiyê ji dayikê derbasî zarokên keçîn dibin. Jin biryara zarokanînê didin.

Jinên Mînangkabau

Li Endonezyayê girava Sumatrayê ev neteweya jinan bi qasî 4 milyon û nîv e.

Malên jîngehê yên jinan in. Nifşê wan ji dayikê derbasî zarok dibe. Her wiha koka jiyanê û civakê dayik e.

Jinên Navogîsî

Li Bakurê Awisturalyayê li Papauyê li girava Bouganvîlle dijîn.

Derbarê jiyanê û xwendin, erkên siyasî jî nava vê civaka jinan de hene. Çandinî di nava vê koma jinan de gelekî pîroz e.

Zilam jî bi piranî karê malê û paqijiyê dikin. Di dema hevjîniyê de jî paşnavê jinan digirin.

Jinên tuareng

Ev koma jinan ji çolên Afrîkayê dijî. Di nav vê koma jinan de zarok paşnavên xwe ji dayika xwe digirin.

Baweriya wan serbest e. Bi zilaman re hevjînbûn li gorî daxwaza jinan pêk tê. Asta xwendin û nivîsandinê û wêje jî li pêş e. Jin bi zimanê xwe zarokên keç perwerde dikin.

Komeke din a jinên tuareg

Li herêma navbera Nîjer, Malî, Burkîna Faso û Lîbyayê de koma Tuareg dijî.

Navê Tuareg di zimanê erebî de tê gotin ku di wateya gelê ji aliyê Xwedê ve hatiye terikandin.

Erkên siyasî, aborî, rêxistinî, bawarî hem bi jinan hem jî bi zilaman tên meşandin.

Di vê komê de jin servekirî ne. Zilam serçavên xwe digirin. Ji bo keçik û xortan heman perwerde tê dayîn.

Di nav vê civakê de jî zarok paşnavên xwe ji dayika xwe digirin.

https://youtu.be/8mT_C2rS660

Back to top button