YE: Têkliyên me yên bi Tirkiyê re di asteke nebaş de ye

Di civîna 10’ê Kanûnê ya YE a li Birûkselê pêk bîne de, ceza li pêşiya tikiyê ne.
Nûnerê Polîtîkaya Derve ya YE Josep Borrell diyar kir ku ji ber kiryarên dewleta tirk têkliyên wan gihiştiye asteke xeter.
Borrell diyar kir ku wê li dijî kiriyarên tirkiyê bêdeng nemînin û ji bo Qibrisê jî piştgiriya xwe anî ziman.

Yekîtiya Ewropa cîvîna xwe ya 10’ê Kanûnê de wê bi rojevên germ pêk bîne.

Di rojeva sereke ya welatên Yekîtiya Ewropayê de provakasyonên tirkiye li derya Spî û Qibrisê heye.

Êdî rojane ji Ewropa peyamên hişyariyê li tirkiyê têne kirin.

Herî dawî Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewrûpa Josep Borrell li ser têkliyên wan yên bi tirkiyê re axivî.

Josep Borrell balkişand li ser kiryarên dewleta tirk yên derxistina aloziyê li derya Spî û wiha got:

“Teqez têkliyên me yên bi tirkiyê re di rewşek xeternek de ye.

Em neçarin biryarên zehmet jî bidin.

Lê divê em bi tirkiyê re lihev bikin.”

YE: Em ê teqez li kêleka Qibrisê bin

Borrell anî ziman ku danustandinên ji bo çareseriya rewşa Qibrisê ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ku careke din bi lez were despêkirin û got,

“Lê divê hûn bawerbin wê YE li kêleka Qibrisê be.”

Ya tê pêşdîtin wê di civîna 10’ê Kanûnê ku li Brûkselê were lidarxistin de, li ser tirkiyê ceza werin birîn.

YE bang li NY kir ku ji bo çareseriya rewşa Qibrisê alîkariya wan bikin

Borrell di axaftina xwe ya bi ajansa AP re bang li Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres kir ku di mijara despêkirina danustandin û çareseriya rewşa Qibrisê de bi wan re bibin alîkar.

Guterres jî gotibû wê ji bo danustandinên navbera Garantorên Qibrisê (Yunanîstan, Tirkiye û Birîtanya) ku di Tîrmeha 2017’an de despêkirî û rawestiyabû wê lêkolînekê bike.

Qasidê Guterres tê payîn ku di nava mehê de serdana Qibrisê bike û ji bo despêkirina danustandinan li rêyekê bigere.

Enqere dixwaze Qibris weke 2 dewleta were ragihandin.

Tevî hewildanên NY yên derbarê çareserkirina aloziya Qibrisê de gelek hevdîtin pêk anî, lê nekarî encamekê bidest bixe.

Atîna: Tirkiye wê vê carê nekare YE bixapîne

Wezîrê Karê Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias jî li dijî kiryarên dewleta tirk û lêgerîna gazê ya li derya Spî daxuyaniyek da û got:

Wê vê carê tirkiye nekare Yekîtiya Ewropayê bixapîne.

Nikos Dendias îşaret bi civîna navbera 10-11’ê Kanûnê kir û anî ziman ku Tirkiye şansê xwe yê necezakirinê ji holê rakiriye.

Back to top button