Bi armanca pêşxistina kar û xebatên Rêveberiya Xweser kongre pêk hat

Bi armanca pêşxistina kar û xebatên Rêveberiya Xweser, li bajarê Hesekê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kongreya ji bo şêniyên herêmên Cizîr û Firatê li dar xist.
Hevserokên MSD’ê Emîne Omer û Riyad Derar di kongreyê de axivîn û diyar kirin MSD wê di çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de bi roleke girîng rabe. Di kongreyê de bernameya xebatên dema pêş hat diyar kirin.

Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) li bajarê Hesekê Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist.

Kongre bi dirûşma “Mîsogerkirina welatîbûnê û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina rihê komînal di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl de” li dar ket.

Emîne Omer hêvî kir ku kongre di xebatên guhertina demokratîk de destpêkeke baş be

Di kongreyê de, Hevseroka MSD’ê Emîne Omer axivî û diyar kir ku ev kongreye ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li dar ket.

Emîne Omer hêvî kir ku ev kongre di xebatên guhertina demokratîk a Sûriyê de, destpêkeke baş be û wek MSD ew di çareseriya siyasî de roleke aktîf bilîzin.

Riyad Derar: Em rêzdariyê ji nêrîna hemû aliyên muxalif re digirin

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreyê bû.

Riyad Derar got:

“Em rêzdariyê ji nêrîna hemû aliyên muxalîf re digirin û wek xaleke rêzgirtinê dihesibînin. Divê em hemû bi hev re kar bikin.

Em bi opozîsyona rasteqîn ku ji bo Sûriyê kar dike, bawer in. Em piştgiriya wê dikin da ku armancên vê şoreşê pêk bîne.”

Qedrî Cemîl: Wê serkeftina kongreyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibe nimûne

Sekreterê Partiya Vîna Gel û serokê bloka Moskovê Qedrî Cemîl jî bi rêya tora Zoomê beşdarî kongreyê bû.

Qedrî Cemîl diyar kir ku ew li ser lidarxistina “Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê” bi hêvî ne û got dê serkeftina kongreyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibe nimûne.

Beşdaran li ser pêşxistina kar û xebatên Rêveberiya Xweser li hev kir

Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê bi xwendin û nîqaşkirina bernameya kar berdewam kir.

Bernameya kar ji pêşniyarên berê yên di panel û civînên gel ên ku MSD`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistibûn.

Piştî nîqaşan aliyên beşdarî kongreyê bûn li ser bernameya kar ku ji 17 xalan pêk tê li hev kir.

Ji xalên di bernameya kar de ev in:

– Yekitiya xaka Sûriyê were mîsogerkirin.

– Li ser biryara NY’yê ya 2254’an, aloziya Sûriyê were çareserkirin û MSD beşdarî çareseriya siyasî bibe.

– Kar û xebatên xebatkarên Rêveberiya Xweser ji nû ve werin nirxandin û rêveberî were pêşxistin û berfirehkirin û sîstema teknokratiyê were meşandin.

– Ji nû ve sazûmaniya hin saziyên Rêveberiya Xweser were guhartin, da ku sîstema burokratîk kêmtir bibe.

– Têkoşîna li dijî tundrawan û nîjadperestiyê derkeve pêş û ji bo pêşî li fitneyan were girtin, divê hevgirtina pêkhateyan xurttir bibe.

– Di şerê li dijî terorê de divê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî piştgiriya QSD`ê were kirin, da ku ewlehî û aramî were parastin.

– Dadgeh li ser bingeha serxwebûnê werin sererastkirin.

– Bang li civaka navneteweyî were kirin ji bo xwebatên ji nû ve avakirinê, da ku koçber vegerin malên xwe û serî de Reqayê.

Back to top button