Komîteyeke Pêşmergeyan: Bêyî erêkirin û agahiya Parlemenê şandina hêzan kareset e

Endamên Komîteya Pêşmerge ya Parlamena Başûrê Kurdistanê jî li dijî şandina peşmergeyan ji bo qadên gerîla derketin û ragihand ku bêyî erêkirin û agahiya Parlamenê, şandina pêşmerge ji bo qadên gêrîla kareset e.

Endamên Komîteya Paşmerge ya Parlamena Başûrê Kurdistanê jî li dijî şerê navxweyî û hewla şerxwaziya PDK’ê, dengê xwe kir.

Endamê komîteyê û parlamenterê Tevgera Goran Rizgar Mihemed diyar kir ku niha PDK bêyî erêkirina Wezareta peşmerge hêzan dişîne qadên gêrîla û got:

“Ev yek nîşan dike ku ne Wezareta Peşmerge, belê partî pêşmergeyan bi rê ve dibin.

Bêyî erêkirin û agahiya parlamena Başûrê Kurdistanê, livandina hêzên pêşmerge karasat e.

Nabe careke din dîrok xwe dubare bike û şerê navxweyî çêbibe.”

Endamê komîteyê yê bi navê Ebubekir Helendî jî vê dibêje:

“Di demeke ku peşmerge bêrîka wan vala ya, PDK ne ji bo parastina sînor, ji bo berjewendiyên Tirkan vê xizaniya peşmerge bi kar tîne û wan dişîne eniyên şer.

Ev şer, şerê wekaletê ye û divê PDK li gorî qanûnan tev bigere û pêşmergeyan li gorî xwe neşîne herêman.”

Back to top button