Lîbya..Endamên Komîteya diyalogê li ser hin xalan li hev nekir

Gera duyem a diyaloga siyasî ya Lîbî ya bi serperiştiya NY, careke din têk çû…

Şandera NY a li Lîbyayê Stephanie Williams duh civîneke online a gera duyem a diyaloga siyasî ya Lîbî li dar xist.

Di civînê de, ji bo mekanîzmeyên namzetkirinên pêkan û berdêlên bijartina desthilata cîbicîker ji bo birêvebirina qonaxa heyî, hin pêşinyar hatin kirin.

Endamên Komîteya diyaloga siyasî ya Lîbî der barê mekanîzmeya bijartina meclisa serokatî û hikûmeta veguhêz, neghîştin ti lihevkirinê.

Di vê çarçoveyê de, Stephanie Williams wê ji bo misogerkirin zelalmendiya navbera endaman, çareyeke pratîkî pêşkêş bike.

Dîdargeha ku berî niha li Tûnisê jî hatibû lidarxistin, der barê avakirina meclisa serokatî û serokatiya hikûmeta veguhêz de bi bin ketibû.

Back to top button