Ciwanên Kurd li Fransa û Swîsreyê daketin qadan

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, tevgerên ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li Şengalê li qadan bûn. Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê jî bi heman armancê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 26 û 27’ê Mijdarê bibin.

Tevî bertek û nerazîbûna xelkên Şengalê, hikûmeta Iraqê di çarçoveya plana dagirkeriyê de hêzan dişîne Şengalê.

Ciwanên Kurd ên li Parîsê ev plan bi meşekî şermezar kir û xwestin, lihevkirina li ser Şengalê bê betalkirin û hurmet ji vîna xelkê wê re bê nîşandan.

Li bajarê Zurîchê (Ziyûrix) yê Swîsreyê jî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Şengalê çalakiyek li dar xist.

Ciwanan pankarta bi nivîsa “Li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên li Şengalê û Rojava tên kirin, dengê xwe bilind bikin” hildan.

Çalakiyê nîv saetê li nava bajêr dewam kir û bi qîrîna sloganan bi dawî bû.

Koordînasyona Êzidiyên Ewropayê: Divê hemû Kurdên Ewropayê dakevin qadan

Koordînasyona Civaka Êzidxanê ya Ewropayê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku PDK-Bexda û Enqere du rê li pêşiya şervanên Êzdîxanê û gelê wê danîne û dibêjin yan hûn ê radestî me bibin, an jî hûn ê bên kuştin.

Koordînasyonê bang li hemû Kurdên Ewropayê kir ku li dijî plana li ser Şengalê dakevin qadan û bi heman armancê jî dê îro û sibe li meydanan bin.

Back to top button