Şêxê Feqîran ê Êzîdî Nayîf Şemo li dijî plana dagirkirina Şengalê û şandina leşkerên Iraqî derket û diyar kir ku ti pêwîstiya wan bi hêzeke din nîne YBŞ-YJŞ û asayîşa Êzîdîxanê wan diparêzin.
Her wiha ciwanên Şengalê jî li dijî plana dagirkeriyê li ser çiyayên Şengalê çalakiya Mertalên zindî dan destpêkirin.
Tevî bertek û nerazîbûna xelkên şengalê, hikûmeta Iraqê di çarçoveya plana dagirkeriyê de hêz dişîne Şengalê.
Yek ji şêxên Feqîran ê Êzîdî Nayîf Şemo li dijî plana Şengalê û şandina bi hezaran leşkerên Iraqî ber bi Şengalê ve axivî.
Şemo diyar kir ew naxwazin ti şer û aloziyek rû bide, lê li hember her êrîşê jî ewê xwe biparêzin û got:
“Em qebûl nakin, hêzek ji vêya zêdetir bînin Şengalê.
Em li dijî wêne ku ev hêz mûdexeleya karên navxweyî yên Şengalê bikin.
Divê dest nede îdareya Şengalê û nebêjin, emê îdareyeke din a nû deynin.
Bêyî îradeya Şengalê nabe ti îdareyek were rakirin û îdareyek din were danîn.”
Şêxê Feqîran ê Êzîdî Nayîf Şemo diyar kir ku ger pirsgirêk parastin be ew dikarin xwe biparêzin.
Ciwanên Êzidîxanê çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin
Yekîtiya Ciwanên Êzidî li dijî peymana ser Şengalê û hewldanên dagirkirina herêmê, çalakiya “Mertalên Zindî” da destpêkirin.
Ciwanan li devera Amud a li ser riya herêma Çilmêre ku dibe lûtkeya Çiyayê Şengalê û artêşa Iraqê dixwaze bikeve wir, daxuyanî dan.
Ciwanan diyar kir ku şandina hêzên leşkerî ji bo şengalê li dijî aramiya Şengalê ye.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî daxuyakirin heta ev xeterî û erîşên li ser xaka wan bidawî nebin, ewê ranewestin û bişev û roj li ser piyan bin û parastina çiyayê xwe bikin.
Ciwanan bang li ciwanên Êzidî û hemû ciwanan kurd kirin ku xwedî li Şengalê derkevin û Xweseriya Şengalê biparêzin.