KJK: Avabûna partiya me bûye zayîneke nû

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 42’emîn a avabûna PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku avabûna partiya me di heman demê de bûye zayîneke nû. KJK’ê got: Emê bi awayekî xurt xwedî li Rêber Ocalan derkevin û bi têkoşîneke mezin peywirên xwe bi cih bînin.

Koordînasyona KJK’ê derbarê salvegera 42’emîn a avabûna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê destnîşan kir ku 27’ê Mijdara 1978’an ji bo gelê Kurd û jinan gavên pêşîn ên dîroka berxwedan û azadiyê ye. Avabûna partiya me di heman demê de bûye zayîneke nû ye.

KJK’ê got:

Partiya me ya PKK’ê bi xebat û berxwedana xwe ya xurt û mirovatî ya 42 sal in didome, ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jinan û azadiya gelên cîhanê jî bûye hêviya azadî û rizgariyê. Bi PKK’e re jinan pergala baviksalariyê parçe kirine, bi nêrîneke azad cewhera xwe dîtine.

KJK: Bi pêşengtiya Rêber Ocalan têkoşîna jinê xurtir bû

KJK’ê da zanîn ku PKK di serdema avabûna xwe de beşdariya jinan û xeta azadiya jinan bi nêrîneke stratejîk nirxandiye, kesayetiya jin û mêran a nû û azad di nav têkoşîna şoreşê de bi cih kiriye.

PKK bûye partiyeke jinan, wisa mezin bûye û bûye partiya herî bi bandor a azadiyê.

KJK’ê pêşengiya Rêber Ocalan jî weke kûrahiyek li xeta azadiya jinan û tekoşîna wan zêde kiriye, ferqa xwe ya xweser a ji partiyên din daniye holê, dîbîne.

KJK: Em ê xwedî li Rêber Ocalan derkevin û erkên xwe bi cih bînin

KJK’ê eşkere kir ku di sala 43’an de bi partîbûna xurt re, li ser xeta Rêber Ocalan, emê meşa xwe ya azadiyê bidomînin û wiha got:

Bi pêngava, ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ û bi pêngava ‘Li dijî qirkirina li ser jinan, dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ em xwedî li Rêber Apo derkevin, peywir û berpirsyariya xwe ya mezin pêk bînin.

Back to top button