KNK serdanên xwe ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê didomîne

Li dijî hewldanên şerê navxweyî ku PDK dixwaze bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker derxîne, şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) serdanên xwe ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê didomîne. Alî jî piştgiriya van hewildanên KNK’ê dikin.

Şandeya KNK’ê îro li Hewlêrê bi Serokê Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Rûsî û Serokê Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî re hevdîtin kir.

Endamê Rêveberiya Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Xidir Nehro Celal piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê nîşan da.

Xidir Nehro Celal diyar kir ku ew bi lidarxistina kongreya neteweyî re ne.

Her wiha li Hewlêrê KNK’ê cara duyemîn serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir û bi hev re şêwira pêşxistina diyaloga navxweyî bi riya online li dar xist.

Endamê şandeya KNK’ê Çeto Baranatî têkildarî serdanên aliyên Başûrê Kurdistanê axivî û hevdîtin bi erênî nirxandin.

Çeto Baranatî diyar kir ku heta dawiyê li vê rewşê bînin wê serdanên xwe berdewam bikin.

Back to top button