CEMÎL BAYÎK: FAŞÎZM WÊ BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ TÊK BIÇE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk Bayik diyar kir ku Erdogan bûye şopdarî faşîzma Hîtler û got, ev rêjîma wê bi şikandina tecrîdê têk biçe.

Bayîk helwesta Saziya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê CPT jî weke beşek ji sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê binav kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a Cemîl Bayik li ser sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ji Radyoya Dengê Welat re axivî..

Bayik bal kişand ser girîngiya berxwedana li dijî tecrîdê a bi pêşengiya Leyla Guven û wiha got:

Berxwedan sînorên zindan û Kurdistanê derbas kiriye. Dijberên faşîzmê hemû li refê çalakgeran e. Berxwedana li dijî faşîzma Tirkiyê ji bo mirovahiyê hemû ye. Ev faşîzmê ne normal e. Hîtler ji xwe ve ne gotibû ‘ez fikrên xwe ji Tirkan’ werdigrim.

Têkildarî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê jî Bayîk ev nirxandin kir:

Ev sîstem ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatiye afirandin. Sedema wê jî ew e ku ku îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke astengî dibînin. Ji bo wê jî bi girankirina tecrîdê hewl didin vê astengiya li pêşiya xwe rakin. Hêzên mîna Emerîka, Ingilîstan û Îsraîl bi taybet ji bo karibin siyasetên xwe li Rojhilata Navîn pêş bixin cihê xwe di nava sîstema Îmraliyê de girtin. Ev yekê bi komploya 15’ê Sibatê destpêkirin û niha dixwazin bi tecrîdê biserbixin.

Bayik diyar kir ku li ser Saziya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê CPT jî beşek ji sîstema li Îmraliyê ye û got, bêdengiya wê ya li hemberî tecrîdê vê rastiyê nîşan dide.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku rêjîma faşîst a AKP jî ji aliyê heman hêzan ve hatiye amadekirin û wiha got:

Bi alîkarî û desteka hêzên kapîtalîst rêjîma AKP bû desthilatdarî. Niha Erdogan û Bahçelî di bin navê parastina neteweya Tirk de gelan dixapînin. Ev kesên ku ji aliyê Emerîkayê ve hatine amadekirin ji bo parastina desthilatdariya xwe kirasê netewbûyînê lixwe dikin.

Çima dema ku AKP û Erdogan tengav bûne, Emerîka, Ewrûpa û bi taybet Elmanya desten xwe dirêjî wan dikin. CHP’ê jî li hundurê Tirkiyê hêzê dide AKP’ê. Hemû xebatên CHP’ê ji bo rizgarkirina Erdogan e. CHP partiya komara Tirk e. Ew komar jî li ser tinebûna Ermenî, Asûrî û Kurdan ava bû ye.

Leave a Reply

Back to top button