Biden: Amerîka ji bo serokatiyê amade ye

Serokê nû yê DYA Joe Biden ê di hilbijartinê de biser ket, wezîrên kabîneya xwe yên cihên kilît eşkere kir. Biden di peyama xwe ya eşkerekirina civata wezîran de got, Amerîka ji bo serokatiyê amade ye.

Namzetê Partiya Demokrat Joe Biden ku di hilbijartina serokatiya DYA ya 3 Mijdarê de qezenckirî wezîrên kabîneya xwe ya nû diyar kir.

Joe Biden kabîneya xwe bi rêya civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Biden di peyama xwe ya diyarkirina kabîneyan xwe de wiha got:

Emê despêkê dest ji gotina ” Despêkê Amerîka” berdin.

Ev kabîne ne ji bo vegera di hindirê welat de ye, lê ji bo dayîna diyarkirin ji cîhanê re ku ew amadene serokatiyê bikin.

Balkêş e ku wezîrên ji aliyê Biden ve hatine eşkerekirin piraniya xwe yên di dema Barack Obama de bûn.

Joe Biden Wezîrê Karên Derve, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî, Wezîra Xezîneyê, Nûnerê Serokê Karûbarên Avehewayê û Balyoza Li Netewên Yekbûyî eşkere kir.

Wezîran jî plan û nêrînên xwe li ser rewşa heyî vegotin.

Serokê Amerîka yê hatî hilbijartin Joe Biden û kabîneya wî wê di 20 Çileya 2021’an de bi awayekî fermî dest bi erkê xwe bikin.

Beriya niha Serokê DYA Donald Trump dema derbasbûn û amadekariyê ji bo wê rê li ber Biden vekirîbû.

Her wiha têkildarî hevsengiya hêza senetoyê ku di navbera Komarparêz û Demokratan de wê çawa be û piştî encamên nerazîbûna komarparêzan ji hilbijartinê re wê di meha Çileyê de diyar bibe.

Back to top button