Îran: Di dema Biden de wê pirsgirêk bi hêsanîtir çareser bibin

Yek ji welatê herî zêde hêvî ji Biden dike Îrane.
Piştî diyarbûna beşek ji kabîneya Joe Biden, Serokwezîrê Îranê diyar kir ku Trump di dîroka DYA de sûcên herî xerab kiriye û got,
Şikir ji xudare ku gelê Amerîka û herêmê ji vê rewşê xelas bûn.

Di daxuyaniya li ser zimanê Serokwezîrê Îranê Hesen Ruhanî hatî parvekirin de keyfxweşiya li ser windakirina Trump ya di hilbijartinê de hate diyarkirin.

Di daxuyaniyê de zimanê dîyalogê hate nermkirin û wiha hate gotin.

Îran ji siyasetê re pir vekiriye.

Ger ev bi DYA re jî hebe, wê pirsgirêkên heyî pir hêsan çareser bibin.

Ruhanî ji rêveberiya nû ya DYA xwest ku cezayên Trump li ser welatê wan birî bi carekê de rake.

Hate daxwaza kir ku Amerîka careke din li peymana nûklerî vegere.

Di dema Trump de, aloziya navbera Amerîka û Îranê giha asta herî jor.

Despêkê Trump ji peymana nûklerî 8 Gulana 2018 bi fermî ji peymanê vekişiya û 2019’an jî dest bi cezayên tund yên li ser Îranê kir.

Back to top button